Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya: Amerîka Ser Vekişîna ji Sûrîyê Ne Cidî Ye


Maria Zakharova
Maria Zakharova

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsya Maria Zakharova ragihand ku Amerîka ser vekişîna ji Sûrîyê ‘’ne cidî ye’’

Zakharova ji rojnamevanan re got ku Amerîka bo li Sûrîyê bimîne li hincetan digere.

Wê dîyar kir ku Amerîka heta niha jî ser vekişîna ji Sûrîyê tiştekî berbiçav nîşan nedaye û ew ne bawer in ku Amerîka ji Sûrîyê vekişe.

Serokê Amerîka Donald Trump meha borî ragihandibû ku ewê leşkerên Amerîkî yên li Sûriyê vekişînin.

Karbidestên payabilind yên Amerîkî didin zanin ku heta ku Dewleta Îslamî (DAIŞ) li Sûrîyê bi temamî têk naçe ew ji wir dernakevin.

XS
SM
MD
LG