Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dibêje Ew û Amerîka Ti Danûstandina Ser Guherîna Girtîyan Nakin


Sergey Ryabkov
Sergey Ryabkov

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Ryabkov dîyar kir ku ew bi Amerîka re ti danûstadina ser guherîna girtîyan nakin.

Bi vî awayî gumana bo serbestbûna endamê berê yê Hêzên Deryayî yên Amerîka Paul Whelan pûç dibe.

Whelan yê bi pasaportên Amerîka, Brîtanya, Kanada û Îrlanda di Hezîrana borî de bi sîxurîyê hatibû tawanbarkirin û 16 sal cezaya girtîgehê sitandibû.

Wî îdiayên ser sîxurîyê red kiribûn û Washingontê ji Moskowê xwestibû ku Whelan berde.

Karbidestên Rûsya îdia kiribûn ku Whelan di Berfabara 2018’an de li oteleke Moskowê bi hin agahîyên veşartî li ser sûcê xwe hatibû girtin.

Moskowê di Rêbendanê de dabû zanîn ku Whelan li rojava bi awayekî masûm tê raberkirin û îdia kiribû ku ew sûcdar e.

XS
SM
MD
LG