Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Derîyên Dîyalogê bi Amerîkayê Vekirî Dihêle


Wezîrê karê derve yê Rûsya û berdevîkê Kremlînê Dmitry Peskov
Wezîrê karê derve yê Rûsya û berdevîkê Kremlînê Dmitry Peskov

Wezîrê karê derve yê Rûsya û berdevîkê Kremlînê Dmitry Peskov îro Pêncşemê piştî bersîva Amerîka ya ser daxwazên Rûsyayê daxuyanîyek da.

Kremlînê got ku bo berdewamkirina dîyaloga bi Amerîka re hê jî cîh heye, lê xuya ye ku daxwazên sereke yên ewlehiyê yên Rûsyayê, ji hêla Washington ve nehatine hesibandin.

"Li ser bingeha tiştên ku hevkarên me doh gotin, bi tevahî eşkere ye ku ser warên sereke yên ku di wan belgeyan de hatine destnîşan kirin; em nikarin bibêjin ku ramanên me hatine hesibandin yan jî dilxwazî hatiye nîşandan ku fikarên me li ber çavan werin bigirin," Peskov got.

Peskov got ku Moskow wê lez neke ku bigehije encaman û da zanîn ku nirxandina Moskow ya ser bersîva Washingtonê wê dem bigire.
"Lê em ê di nirxandinên xwe de lez nekin," wî got.

Wî ragihand ku domandina dîyalogê di berjewendîya Moskow û Waşîngtonê de ye; tevî ku gotarên Amerîka û NATOyê yên ser nepejirandina daxwazên sereke yên Rûsyayê , cîhê xweşbînîyê nahêle.

Amerîkayê roja Çarşemê bi fermî bersîva daxwazên Rûsyayê yên bo jinûve xêzkirina peymanên ewlehîyê yên piştî Şerê Sar li Ewrupayê, dabû .

XS
SM
MD
LG