Berdevika Wezareta Derve ya Rûsya Maria Zakharova îro Pêncşemê da zanîn ku di navbera wan û Amerîka de ser aştîya bi Ukrayna re ti danûstandin çênebûye.
Zakharova ji rojnamevanan re dîyar kir ku rêvebirîya Amerîka nahêle ku Kîev bi Moskowê re danûstandinê bike û îdia kir ku Washington wan dide zorê ku heta Ukraynayî yê dawî şer bikin.
Karbidestên Kîev û Ukrayna herî dawî bi navbeynkarîya Tirkîyê di meha Nîsanê de li Stenbolê kom bûbûn, lê ew hevdîtin û hewildanên aştîyê piştre hilweşîyabûn.
Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy dibêje Rûsya dagirkirina axa wan didomîne û bi awayekî germ li hevdîtinên aştîyê nanêre.
Wezîrê Derve yê Rûsya Sergei Lavrov do Çarşemê da zanîn ku danûstandinên aştîyê yên bi Ukrayna re bêwate ne.