Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Balyozê Xwe yê Washingtonê Vedixwîne Moskowê


Rûsya, piştî gotinên Serok Joe Biden yên dijî hevtayê wî yê Rûs Vladimir Putin, balyozê xwe yê li Washingtonê vexwend Moskowê.

Biden ji ABC News re dîyar kiribû ku Putin dê jiber destwerdana li hilbijartina seroktîyê ya 2020’an hin bedelan bide.

Wezareta Derve ya Rûsya ragihand ku wan serbalyozê xwe Anatoly Antanov bo danûstandinên ser peywendîyên Washington û Moskowê vexwendîye welêt.

Li gor daxuyanîya wezaretê, Rûsya bi wê vexwendinê hewil dide ku rê liber pûçbûna peywendîyên Moskowa û Washingtonê bigire.

Daîreya Îstixbareta Neteweyî ya Amerîka bi raporekê ragihandibû ku Putin hewil daye ku îtîbara Biden kêm bike û piştgirî daye karên ser danasîna Trump.

Kremlînê ser wê raporê dîyar kiribû ku ew rapor şaş e, bêdelîl û bêbingeh e.

XS
SM
MD
LG