Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Firokên Rûsya li Sînorê Belarûsê Difirin


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku firokên cengê yên Rûsya û Belarûsê li sînorê Belarûsê firîne.

Reutersê ew agahî ji zarê Wezareta Berevanî ya Belarûsê ragihand û dîyar kir ku ew firîn nîşan didin ku Moskow li hember kêşeyên bi Yekîtîya Ewrupa (YE) re bi Mînskê re ye.

Di demên dawî de jiber koçberên li sînorê Polonya, di navbera Belarûs û YE de girjî çêbûbû.

YE dide zanîn ku Belarûs rê li ber bi hezaran koçberên ji Rojhilata Navîn vedike ku ew di ser sînorê wê re derbazî nav axa yekîtîyê bibin.

Karbidestên YE dibêjin jiber ku yekîtîyê dijî hikûmeta Alexander Lukashenko yê par bi mineqeşeyan hatibû hilbijartin tole ragihandine, Belarûsê hewil dide bersîvê bi koçberan bide, lê Mîns wan îdiayan red dike.

Moskowê du hefteyên berê bo gera li esmanê Belarûsê firokên bombebaranê şandibûn û sînyalên piştgirîya sîyasî û leşkerî dabûn.

XS
SM
MD
LG