Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya û Belarûs Hazirîya Hîndarîya Leşkerî Dikin


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Rûsya û Belarûs dê di meha pêş de bi hev re hîndarîyeke leşkerî çêkin.

Reutersê ji zarê Wezareta Berevanî ya Belarûsê da zanîn ku hîndarîya leşkerî dê di navbera 10 û 20’ê Sibatê de li Belarûsê li dar keve.

Mînskê do Duşemê dîyar kiribû ku hin hêzên Rûsya bo hîndarîya hevbeş derbazî Belarûsê dibin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku ew hîndarî li vê demê rast tê ku di navbera Rûsya û welatên rojava de jiber leşkerên Rûs yên nêzî sînorê Ukranya girjî çêbûye.

Karbidestên rojavayî dibêjin ku Rûsya hazirîya dagirkirina Ukrayna dike, lê Moskow wan îdiayan red dike û dibêje ku ew tenê bo berevanîyê leşkerên xwe li nêzî sînorê Ukrayna bi cîh dike.

XS
SM
MD
LG