Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya: Rêberê Cephetul Nusra di Êrîşa Esmanî de Birîndar Bû


Rûsya dîyar kir ku bi êrîşeke esmanî, 12 fermandarên Cephetul Nusra kuştine û rêberê wê rêxistinê Culanî jî bi giranî birîndar kiriye.

Berdevkê Wezareta Berevanî ya Rûsya Igor Konashenkov da zanîn ku operasyon bo bersîvdana êrîşeke ku dijî hêzên wan pêk hatîye, li dar ketiye.

Konashenkov got ku di êrîşê de destê Rêberê Cephetul Nusra Ebu Muhammed El Culanî qut bûye û rewşa wî krîtîk e. Wî dîyar kir ku xêncê 12 fermandarên payabilind, 50 çekdarên din jî hatine kuştin.

Cephetul Nusra, di sala 2016’an de dîyar kiribû ku ji El-Qaydê veqetîyaye û navê xwe kiriye Cephetul Fethi Şam. Cephetul Nsura, piştre jî tevî hin rêxistinên din yên cihadî Heyet Tahrîr el-Şam ava kir.

Cephetul Nusra, di lîsteya terorê ya Neteweyên Yekbûyî (NY), Amerîka û Rûsya de ye.

XS
SM
MD
LG