Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşên Rûsî de 13 Kesyên li Dnipropetrovsk ya Ukrayna Hatin Kuştin


Dîmeneke piştî êrîşêke Rûsî ya li Ukrayna, 3 tebax, 2022.

Valentyn Reznychenko, walîyê herema Dnipropetrovsk yê Ukrayna îro Çarşemê ragihand ku jiber bombebarana hêzên Rûsî ya doh şev hêrî kêm 13 kes hatine kuştin.

Reznychenko herwiha ragihand ku li bajarokê Marganets zêdetirî 20 avahî zarar dîtine, ya ser çemê Dnipro ya nêzî santrala navokî Zaporizhzhya ku di bin kontrola Rûsan de ye.

Wî anî ziman ku jiber êrîşê oteleke, du dibistan, saloneke konserê, avahîya civata serekî ya bajêr û bingehên din yên revebirî jî zarar dîtine.

Walî Reznychenko got ku di encama êrîşa Rûsî xeteke elektrîkê têk çûye û çend hezar kes bê elektrîk mane.

Rûsya armanckirina sivîlan red dike û dibêje ku ew li Ukrayna operasyoneke leşkerî ya taybet dimeşîne.

Lê, Ukrayna û welatên Rojavayî tevgera Rûsya wek dagirkirinê dibînin.

XS
SM
MD
LG