Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dibe Ku Rûsya Alavên Leşkerî yên Fransî û Almanî li Ukrayna Bikar Bîne


Cudaxwazên bi piştgirîya Rûsya li nêzî gundê Lohvynove, li derveyî Debaltseve, Ukrayna (Arşîv)

Li gor raporeke taybet, ya ku li ser daneyên Komîsyona Ewrupî hatîye amade kirin û di rojnameya The Telegraph ya Brîtanî da hatîye çapkirin, Fransa û Almanya nêzî bi buhayê 300 mîlyon dolaran çekên leşkerî firotine Rûsya û "dibe ku ew çek li Ukrayna werin bikar anînin".

Rojname radigihîne ku ew çek hatine şandin her çend ser Rûsya ambargoya çekan li seranserê Yekîtîya Ewrupa(YE) hatibû sepandin, jiber dagirkirina wê ya Kirimê ya di 2014'an da.

Almanya firotina çekan parastîye û dibêje ew çek alavên bo bikarînana dualî bûn û Rusya gotîye ew jibo bikarînana sîvîl pêwîst in, ne bo karînana leşkerî.

Rojnameya The Telagraph dibêje di nava alavên ku bo Rûsya hatine şandin "bombe, roket, mûşek û çekên din hene."

Kompanîyên Fransî herwiha "kamîreyên germahîyê dipîvin bo zêdetirî 1.000 tankên Rûsî û sîstemên rê peydakirinê bo firokeyên şer û helîkopterên êrîşker şandine".

Herî kêm 10 welatên endamên YE bi qasî 380 mîlyon dolar alavên leşkerî bo Rûsya şandine, The Telegraph ragihand ku ji sedî 78 tevahîya wan alavan ji kompanîyên Frensî û Almanî ne.

Li gor nûçeya The Telegraphê, welatên din yên Ewrupa ku çek firotine Rûsya ev in: Avusturya, Brîtanya, Bulgaristan, Komara Çek û Îtalya.

Cristian Terhes, endamê Romanî yê Parlamentoya Ewrupî, digel The Telegraph şiroveyên YE ya lêpirsîna li ser kîjan welatan kelûpelên leşkerî firotiye Rûsya, parve kirîye.

Di wê navberê de, Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy gotinên generalekî Rûsî wek belge nîşan da û got heke Moskow li Ukrayna bi ser bikeve ewê welatên din jî dagir bike.

Generalî Rusî gotibû ku armanca Rûsya ew e ku tevahî ya başûr û rojhilata Ukrayna bigire û wê wek parêzgehek veqetandî ya li Moldovaya cîran ve girêbide.

Wezareta Berevanîyê ya Rûsya jibo cara yekê qebûl kir ku di tîma keştiya mûşekî ya Moskvayê ku heftîya borî xisar dîtibû û binav bibû de,qurbanî hene.
Wezaret dibêje leşkerek mirîye û 27 jî bezir in.

Ukrayna û Amerîka gotibûn ku keştî ji aliyê mûşekên krûzê yên Ukraynî ve hatiye lêdan, Rûsya jî sedema binavbûna keştiyê wek şewatekê nîşan dabû.

Piştî bûyerê, Rûsya ragihandibû ku tevahiya xebatkarên keştiyê hatine rizgarkirin. Lê, Moskowa niha dibêje 396 endamên tîma keştîyê hatine rizgarkirin.

Civîna leşkerî
Pentagonê got ku Wezîrê Berevanîya Amerîkayê Lloyd Austin dê di 26'ê Nîsanê de li Almanya, digel berpirsên berevanîyê û serkirdeyên leşkerî yên zêdetirî 20 welatan civînekê pêk bîne û ser pêwîstiyên berevanîyê yên Ukrayna gotûbêjan bike.

Peyvdarê Pentagonê John Kirby got ku nêzî 40 welat bo civînê hatine vexwendin û hêşta jî bersivên beşdarbûnê tên.

Wî got danûstandinên ku hem welatên NATO!yê û hem jî yên derveyî NATO'yê tê de hene, wê Sêşemê li Baregeha Esmanî ya Ramstein li Almanya, were kirin.

Hewldanên dîplomatîk
Li alîyek din ve hewildanên dîplomatîk li ser pevçûnên Ukrayna berdevam dikin.

Di çalakîyeke dîplomatîk ya roja Înê de, Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken bi Serokwezîrê Ukrayna Denys Shmyhal li Washingtonê civîya.

Wezareta Derve got Blinken "biryarbûna me tekez kir, jibo harîkariya Ukrayna ku xwe bi serfirazî li hember şerê hovane û bêhiqûqî yê Rûsyayê biparêze."

NY jî ragihand ku Sekreterê Giştî Antonio Guterres wê roja Sêşemê li Moskowê digel Putin bicive.

Guterres herwiha ewê digel Wezîrê Karên Derve Sergey Lavrov jî hevdîtinan pêk bîne.

Guterres dê roja Pêncşemê biçe Ukrayna û li wir wê bi serokê Ukrayna Zelenskyy û Wezîrê Derve Dmytro Kuleba re bicive.
NY got ku Guterres dê digel karmendên ajansên NY jî bicive da ku li ser zêdekirina alîkariyên mirovî bo Ukrayna, gotûbêjan bikin.

Serokê NY di destpêka hefteyê de bo Putin û Zelenskyy name şandibû û daxwaza hevdîtinan kiribû; jibo gotûbêjên gavên paşerojê yên bo aştiya li Ukrayna.

Îdayên tawanên şer
Li Cenevre, ofîsa mafên mirovan ya Neteweyên Yekbûyî got ku belgeyên mişe hene ku Rûsya li Ukrayna tawanên şer kirine.

Komîsera Bilind ya Mafên Mirovan ya NY Michelle Bachelet, got: "Hêzên çekdar yên Rûsî bi awayekî bêarmanc herêmên niştecîhan topbaran û bombebaran kirine, sivîl kuştine û nexweşxane, dibistan û binesaziyên sivîl yên din wêran kirine. Ew kiryarene dibe ku bibin tawanên şer’."

NY herwiha got ku dîyar e ku Ukrayna jî çek jî bêarmanc bikar anîye.

XS
SM
MD
LG