Lînkên eksesibilîtî

Rûsya: Wezîrê Cengê yê DAIŞ'ê li Dêrezorê Hat Kuştin


Leşkerên Artêşa Sûrîyê li pêş Dêrezorê

Wezareta Berevanî ya Rûsya ragihand ku Wezîrê Cengê yê DAIŞ'ê Gulmurod Khalimov û Emîrê Dêrezorê Ebû Muhamed el-Şîmalî hatine kuştin.

Wezaretê, ji Facebookê da zanîn ku di bombebarana hêzên Rûs de, 4 rêvebirên payabilind û li dora 40 çekdarên din li nêzî Dêrezorê hatine kuştin.

Khalîmov, heta 2015'an rêvebirê hêzên taybet yên polîsên Tacîkîstanê bû û piştî wê di vîdeoyên DAIŞ'ê de xuya bûbû.

Artêşa Sûrîyê, bi piştgirîya Rûsya vê hefteyê dorpêça DAIŞ'ê ya li Dêrezorê, ku ji 2014'an vir ve didome, şikandibû.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG