Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Rûsî ji Santrala Navokî Derdikevin


Santrala Navokî Çernobîlê, Ukrayna (Arşîv)
Santrala Navokî Çernobîlê, Ukrayna (Arşîv)

Ajansa revebirîya navokî ya Ukrayna Energoatom ragihand ku hêzên Rûsî yên dawî iro Înê ji santrala navokî ya Çernobîlê derketine.

Energoatomê do Pêncşemê jî got ku hêzên Rûsî ber bi sînorê Ukrayna yê bi Belarûsê ve diçin.

Energoatom dîyar kir ku artêşa Rûsya xwe amade dike ku ji Slavutychê derkeve ku xebatkarên santralê li wê derê dijîn.

Cîgira Serokwezîr Iryna Vereshchuk jî da zanîn ku hêzên Rûsî yên ku li daristana li heremê xendek kolandine di bin bandora radyasyonê de ne, lê ev yek heya niha nehatiye piştrast kirin.

XS
SM
MD
LG