Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya jiber Vîrusa Korona Serdana Hemwelatîyên Çînê Qedexe Dike


Rûsya jiber nexweşîya vîrusa korona serdana Çînîyan bi awayekî demkî qedexe dike.

Serokwezîrê Rûsya Mikhail Mishustin dîyar kir ji dê ji roja Pêncşemê pê ve hemî serdanên hemwelatîyên Çînê yên ber bi Rûsya ve werin qedexekirin.

Medya Rûsya da zanîn ku berê bo ti welat qedexeya rêwîtîyê ya ewqas berfireh nehatiye ragihandin.

Rojnameya Kommersan jî dîyar kir ku ew qedexe bi tenê bo hemwelatîyên Çînê ye û bal kişand ku hemwelatîyên dewletên din dikarin ji Çînê derbazî Rûsya bin.

Vîrusa korona li Rûsya hîn li ser ti kesî nehatiye tespîtkirin.

Çînî ji ber kar, ger û perwerdeyê serdana Rûsya dikin.

Di sala 2009’an de, 2,300,000 hemwelatîyên Çînê bo kar, ger û perwerdeyÊ serdana Çînê kiribûn.

XS
SM
MD
LG