Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya li Rojhilata Ukrayna Êrîşa Xwe ya Nû bi Tundî Didomîne


Meşînên leşkerî yên Rûsî li nêzî Mariupol, Ukrayna, 18 Nîsan, 2022.
Meşînên leşkerî yên Rûsî li nêzî Mariupol, Ukrayna, 18 Nîsan, 2022.

Rûsya êrîşa xwe ya nû ya dijî bajar û bajarokên li rojhilata Ukrayna îro Çarşemê bi tundî didomîne.

Artêşa Rûsî şeva Sêşemê pirtir hêzên leşkerî şandin heremên li rojhilata Ukraynada ku navenda pîşesazîyê û kargehên komirê yên rojhilata welat bi dest bixe.

Ger hêzên Rûsî bi ser kevin, wê herema ku wek Donbas tê zanîn, Ukrayna bike du parçe.

Ukrayna îro ragihand ku artêşa Rûsî li Mariupol bomberana xwe ya giran didomîne ku bermahîyên karxaneya pola bi têvahî têk bibe û nexweşxaneyekê wêran bike ku bi sedan kes tê de ne.

Berdevikê wezareta berevanî ya Rûsya Orgeneral Igor Konashenkov jî dîyar kir ku hêzên Rûsî îro gelek cîhên leşkerî yên Ukraynî bombebaran kirine.

Konashenkov got ku navendên kombûna leşkeran û depoyên mûşekan yên li gelek bajar û gundên rojhilata Ukraynî hatin armanc kirin.

Êrîşa nû ya Rûsya roja Duşemê ser enîyeke berfireh destpê kir. Şer bi dirêjahîya 480 kîlometreyî ji bakurê rojhilata Ukrayna heya başûrê rojhilata welêt didome û her du alî jî vê yekê wek qonaxeke nû ya şer bi nav dikin.

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy îro got ku artêşa Rûsya her tiştê xwe diavêje nava şer.

XS
SM
MD
LG