Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna Dibêje Wê di Êrîşên Rûsya de Hindahîyên Giran li Donbasê Dane


Dîmeneke ji pevçûnên li Donbasê, 10 Nîsan, 2022.
Dîmeneke ji pevçûnên li Donbasê, 10 Nîsan, 2022.

Ukrayna îro Înê qebûl kir di di êrîşa Rûsya ya ser du heremên li rojhilata welêt de hindahîyên wê yên giran û mezin hene, lê got ku windahîyên Rûsya hîn pirtir û xirabtir in.

"Hindahîyên me yên cidî hene, lê yên Rûsan pir mezintir in," şêwirmendê seroktîya Ukrayna Oleksiy Arestovych ragihand.

Rûsya bi armanca bidestxistina du eyaletên rojhilat yên ku bi navê Donbas têne zanîn, êrîşên tund bi rê ve dibe.

Artêşa Rûsya êrîşa ser Donbasê du hefte berê da destpê kirin; piştî ku ew meha borî di êrîşa serKîevê de serneket û mecbûr ma ku hêzên xwe vekişîne.

Ukrayna qebûl dike ku wan kontrola hin bajarok û gundên li Donbasê ji destê hêzên Ukraynî derketine.

Karbidestên Ukraynî herwiha dibêjin ku ku destketîyên Moskowê yên li Donbasê bi berdêlênmezin çêbûne, jiber ku hin hêzên Rûsî di têkçûna xwe ya berê li nêzî paytext Kîevê jixwe westiyabûn.

Ofîsa serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy îro di derbarê êrîşên artêşa Rûsya li heremên girêdayê eyaleta Donbasê de daxuyanîyek da.

"Rûsya bi roket, top, bombeyên hawan û firokeyan li tevahîya enîyê pêş ya li rojhilata herêma Donetsk dixe," ofîsa Zelenskyy ragihand.

Serfermandarîya Giştî ya Ukrayna jî got ku Rûsya çeperên li ser xeta têkilîyê topbaran dike ku rê li ber kombûna Ukraynîyan bigire.

Wezareta Berevanîyê ya Brîtanya jî îro dîyar kir ku şer bi taybet li derdora bajarên Lysychansk û Severodonetsk giran bûye.

Wezaretê da zanîn ku Lysychansk û Severodonetsk heremên sereke yê Donbasê ne û Rûsya dixwaze bigire da ku ber bi herema Sloviansk ve pêşve biçe.

" Jiber berxwedana bihêz ya Ukrayna, destketîyên axî-heremî yên hêzên Rûsî sînordar bûne û ew bi windahîyên girîng heya pêşve çûne," wezaretê ragihand.

XS
SM
MD
LG