Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Jiber Firotina Dronan bo Ukrayna Gazincan li Tirkîyê Dike


Drona Bayraktar TB2 ya Tirk
Drona Bayraktar TB2 ya Tirk

Ajansa nûçeyan ya Reuters îro ragihand ku Rûsya jiber firotina dronên çekdar yên Bayraktar TB2 ji Ukrayna re, gilîya Tirkîyê kiriye.

Reutersê ev agahî jî zarê karbidestekî payebilind yê Tirk ragihand.

Karbidestê Tirk di civîneke bi medyaya biyanî ragihand ku Rûs aciz in û dem bi dem jiber firotina dronan gazincan dikin.

"Wan berê jî nerazîbûnên xwe dîyar dikir, gilî dikir û niha jî vê yekê didomînin. Firotina dronan ji alîyê komapanîyeke taybet ya Tirk ve hatiye kirin û ne bazirganîya rasterast ya di navbera du dewletan de ye. Lê, me berê jixwe bersîv da ku ev kompanîyên taybet in û herwiha ev firotinên dronan berî şer pêk hatibûn," karbidest ragihand.

Serokê Rûsya Vladimir Putin di 24'ê Sibatê de hêzên xwe şand Ukrayna ku ew wek operasyoneke leşkerî ya taybet bo 'bêçekkirin' û 'paqijkirina ji Nazîyan' Ukraynayê bi nav dike.

Kîev û welaten Rojava dibêjin ku Putin li Ukrayna şerekî bêsedem û bêpîvan dimeşîne.

Tirkîyê di warê enerjî, berevanî û bazirganîyê de bi Rûsya re peywendîyên nêzîk ava kiriye.

Kompanîya berevanîyê ya Tirk Baykar, tevî nerazîbûnên Rûsya dron firot Kîevê û berî destpêka şer, peymanek bo hilberîna hevpar îmza kirûbû û ew yek Moskowê aciz kiribû.

Tirkîye ku endamê NATO ye, li Derya Reş bi Ukrayna û Rûsya re sînorê deryayî parve dike, bi her du welatan yan jî xwedîyê têkilîyên baş e û herwiha di şer de rola navbeynkarîyê dilîze.

Tirkîye tevî ku piştgirîya Ukrayna dike û êrîşa Rûsya rexne dike jî, hevdem dijî toleyên Rojavayî yên ser Moskowê jî disekine.

Enqere herwiha dijî polîtîkayên Rûsya yên li Sûrîyê û Lîbya disekine û hevdem hemberî dagirkirina Qirimê ya di 2014'an de ye jî.

Piştî danûstandinên aştîyê yên di navbera Ukrayna û Rûsya de li Stenbolê hefteya borî, Ukrayna Tirkîye û endamên Civata Ewlekarîyê ya NY, wek garantorên ewlehîya Kîevê bi nav kiribûn.

Heman karbidestê Tirk got ku hin welatên di lîsteyê de ne, wê wek garantorên ewlehîyê rûbirûyê pirsgirêkên qanûnî bimînin, lê wî hûrgulî nedan.

Tirkîye dibêje ku ew di prensîbê de amade ye ku bibe garantorê Ukrayna,lê divê hûrgulîyên şewazê werin bi dawî kirin.

XS
SM
MD
LG