Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Êrîşî Rafînerîya Petrolê û Navendên Leşkerî yên Ukraynî Kir


Dîmeneke ji êrîşên artêşa Rûsî li Ukrayna,Mariupol
Dîmeneke ji êrîşên artêşa Rûsî li Ukrayna,Mariupol

Wezareta Berevanî ya Rûsya îro Duşemê ragihand ku artêşa Rûsî bi mûşekên dirêjavêj li rafînerîya petrolê ya Kremenchuk ya Ukrayna xistiye û herwiha êrîş biriye ser navendên leşkerî yên Ukraynî jî.

"Hêzên çekdar yên Federasyona Rûsya operasyona xwe ya leşkerî ya taybet li Ukrayna didomînin," wezaretê ragihand.

Lê, walîyê herêma Poltava yê Ukrayna dibêje ku navendên leşkerî yên Ukrayna û rafînerî ya petrolê ya Kremenchuk li nêzî çemê Dnipro destpêka vê mehê de hatiye wêran kirin.

Wezaretê herwiha dîyar kiribû ku îro jibo derketina tevahîya sivîlên li kargeha Azovstal ya Mariupolê korîdoreke mirovahî hatiye vekirin.

Kargeha pola ya mezin, ku tê de tunelên pir dirêj û mezin hene, li bajarê bendera Derya Azov ya stratejîk wek kela dawî ya berxwedana Ukrayna ye.

Karbidestên Ukraynî dibêjin ku nezî 1000 sivîl di kargehê de, asê mane û wan gelek caran ji Rûsya daxwaz kirine ku bo derketina wan sivîlan rêkeke ewle were ava kirin.

XS
SM
MD
LG