Wezareta Derve ya Rûsya îro Sêşemê ragihand ku Ewrupa jiber Amerîka bi kêşeya gazê re rûbirû maye.
Li gor Wezareta Derve ya Rûsya Amerîka rêberên Ewrupî sor dike ku ew bi Moskowê re peywendîyên xwe yên aborî û enerjîyê qut bikin û bi wan qutbûnan re jî kêşeya bidestxistina gazê girantir dibe.
Ajansa nûçeyan ya Reutersê dîyar dike ku Ewrupa ser bidestxistina gazê bi kêşeyeke mezin re rûbirû maye û ew kêşe berê ti car ewqas mezin nebûye.
Karbidestên Almanya piştî Moskowê gaza bo wî welatî kêm kir niha ser çareserîyên nîqaşan dikin.
Berdevika Wezareta Derve ya Rûsya Maria Zakharova got bo dayîna gazê wek berê bidome divê peywendî jî wek berê bin.
Zakharova da zanîn ku Moskow ji dema Sovyetê vir ve bi awayekî baş enerjîyê dide Ewrupa, lê wê îdia kir ku Amerîka dixwaze peywendîyên enerjîyê yên Moskow û Berlînê qut bike.
Amerîka û Yekîtîya Ewrupa (YE) piştî Rûsya dayîna gaza bo Ewrupa kêm kir, Moskow bi şantajê tawanbar dikin.
Rûsya dide zanîn ku di hin kompresorên wan de kêşe hene û jiber toleyan ew nikarin bi awayekî teknîk wan çêkin.
Rûsya Îdia Dike ku Amerîka Sedema Kêşeya Gazê li Ewrupa Ye
