Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Pêncşemê ragihand ku wezîrên berevanî yên Rûsya û Fransa ser navenda navokî ya Zaporizhzhia axifîne.
Reutersê dîyar ku wezîrên Rûsya û Fransa bi rêka telefonê peyivîne, lê zêdetir agahî neda.
Zaporizhzhia, ku navenda navokî ya herî mezin ya Ewrupa ye, di meha Adarê de ketibû destê hêzên Rûs.
Ew navend jiber ku nêzîkî enîyên şer e di demên dawî de fikar çêbûne ku bobelateke navokî çêbe.
Rûsya û Ukrayna hevdu ser êrîşên li dora Zaporizhzhia tawanbar dikin.
Reuters dîyar dike ku ew bi awayekî serbixwe nikare piştrast bike ku êrîş li dora Zaporizhzhia kê li dar xistine.