Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dibêje Hêzên Wê Depoyeke HIMARS'an Ruxandiye


Wezareta Berevanî ya Rûsya îro Sêşemê ragihand ku hêzên Rûs êrîş birine ser depoyeke çekên Ukrayna.

Li gor daxuyanîya wezaretê, bi êrîşa li nêzî bajarê Umanê muşekên HIMARS, ku çêkirina Amerîka ne, û M777 hatine pûç kirin.

Reutersê dîyar kir ku wê nekarîye bi awayekî serbixwe wê agahîyê piştrast bike.

Hêzên Rûs dîyar dikin wan bi êrîşa dawî pirtir ji 300 muşek ruxandine.

Hin pisporên leşkerî dibêjin ku HIMARS yên ketine destê Ukrayna dikarin rewişa şer biguherînin.

Rûsya ser HIMARS yên ketine destê Ukrayna welatên Rojava tawanbar dike û dide zanîn ku ew welat girjîya heyî gurtir dikin.

XS
SM
MD
LG