Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya: Pirtir ji 1000 Çekdar ji Îdlibê Derketin


Berdevka Wezareta Derve ya Rûsya Maria Zakharova

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsya Maria Zakharova dîyar kir ku piştî lihevkirina Rûsya û Tirkîyê, ji Îdlib ya Sûrîyê pirtir ji 1000 çekdar derketine.

Enîya Rizgarîya Neteweyî, ku yek ji komên serhilda yên bi piştgirîya Tirkîyê ye, roja Yekşemê dabû zanîn ku dê li gor Peymana Îdlibê tevbigerin.

Berdevkê Enîya Rizgarîya Netweyî Nacî El Mustafa dabû zanîn ku ew dê heta 15’ê Cotmehê herêma bi qasî 15-20 kîlometre bê çek bihêlin.

Hin karbidestên Tirk ji medya Tirkîyê re dîyar dikin ku serhildayên Sûrîyê hemî çekên giran ji Îdlibê vekişandine.

Li gor lihevkirina Rûsya û Tirkîyê, dê di navbera hêzên hikûmeta Sûrîyê û serhildayan de herêmeke ewle çêbe.

Îdlib, navenda dawî ya di destê serhildayan de ye.

Hayat Tahrîr Şam, ku girêdayî El-Qaydê ye û li Îdlibê koma herî mezin e, hîn nedaye zanîn ku ewê li gor lihevkirina Rûsya û Tirkîyê tevbigere yan na.

Serokê Sûrîyê Beşar Esad, ser lihevkirina Rûsya û Tirkîyê gotibû ku ‘’tedbîreke demkî’’ ye û dabû zanîn ku armanca sereke ya hikûmeta wî kontrolkirina hemî axa Sûrîyê ye.

XS
SM
MD
LG