Wezareta Derve ya Rûsya ragihand ku l komên tundrê û yên nermrê yên li herêma ewlea ya Îdlibê hîn ji hevdu tam veneqetîyane.
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsya Maria Zakharova di preskonferansekê de dîyar kir ku komên tundrê tevî hewildanên Enqerê jî hê ji herêmê ewle ya Îdlibê derneketine.
Li gor lihevkirina Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp ERdogan, ku di meha Îlonê de li Soçî ya Rûsya kom bûbûn, dê li Îdlib ya li bakurê Sûrîyê herêmeke ewle ya bi qasî 15-20 kîlometre were çêkirin.
Bi lihevkirina her du dewletan çaverê bû ku komên tundrê heta 15’ê Cotmehê ji Îdlibê derkevin, lê medya herêmî radihîne ku hemî komên tundrê ji Îdlibê derneketine.