Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Ser Ketina Firoka li Sûrîyê, Îsraîlê Tawanbar Dike


Wezareta Derve ya Rûsya ragihand ku do Duşemê bi şev firokeke Rûs ji alîyê hêzên berevanî yên Sûrîyê ve hatiye xistin û ser bûyerê Îsraîl tawanbar kir.

Berdevkê Wezareta Berevanî ya Rûsya Igor Konashenkov da zanîn ku Îsraîlê firoka Rûsya wek mertal bikar anîye û berevanîya esmanî ya Sûrîyê bi şaşî êrîşê wê kiriye.

Konashenkov dîyar kir ku firoka IL – 20, ku têde 14 leşker hebûn,bi muşeka S-200 hatiye xistin.

Karbidestê Rûsya got ku Îsrail bi awayekî ‘’provokatîf û dijminane’’ tevgeriyaye û da zanîn ku mafê wan yê bersîvê bo vê helwesta Îsraîlê heye.

Konashenkov dîyar kir ku Îsraîlê tenê yek deqîqe berî operasyonê Rûsya agahdar kiriye.

Îsraîlê hîn ser vê mijarê ti daxuyanî belav nekiriye.

XS
SM
MD
LG