Serokwezîr Rûsya Mikhail Mishustin îro Sêşemê ragihand ku ewê ser karsazên bîyanî ku dixwazin xwe ji projeyên li Rûsyayê vekişinîn sînordar bikin.
Mishustin da zanîn ku wan ev biryar girtiye ku piştrast bikin karsazên bîyanî jiber givaştinên sîyasî venakişin.
Mishustin dîyar kir ku di rewşa toleyan ya niha de zor li ser karsazên bîyanî tê kirin da ku ew ne jiber sedemên aborî, lê di bin givaştina sîyasî de biryaran bidin.
"Bi armanca ku şansek were dayîn ku karsaz biryareke baldar bidin, fermanek seroktîyê hate amade kirin ku qedexeyên demkî li ser derketina ji sermayeyên Rûsyayê were danîn," Mishustin got, lê wî hûrgilî neda.
Serokwezîr Rûs bo berdewamî got ku ew bi dîyaloga bi sermayedarên avaker re vekirî ne. "Em hêvî dikin ku bi karsazên xwedî projeyên li welatê Rûsyayê xebatên xwe bidomînin," Mishustin got.
Lê, ev biryar gava herî dawî ya ji gelek biryarên Rûsyayê ye ku wek bersîva toleyên tundtir yên welatên Rojavayî ye, yên ku ji dema Moskow hefteya borî Ukrayna dagir kir vir ve, hatine ragihandin.
Welatên Rojavayî dijî Rûsyayê gelek toleyên tund yên wek astengkirina kapasîteya banka navendî ya bikaranîna rezervên zêr û diravên biyanî, dûrxistina hin bankên mezin yên Rûsî ji bazarên darayî yên navneteweyî ragihandine.