Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebirîya bi Piştgirîya Rûsya li Khersonê Hêzên Herêmî Çêdike

Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Duşemê ragihand ku rêvebirîya Khersonê ya bi piştgirîya Rûsya hêzên herêmî çêdike.

Reutersê da zanîn ku rêvebiriya Khersonê daye zanîn ku eger mêr bi îradeya xwe li herêmê bimînin dikarin di hêzên herêmî de cîh bigirin.

Li hin herêmên wek Donetskê, rêvebirîyên bi piştgirîya Rûsya zor dabûn mêrên li wir ku di hêzên herêmî de cîh bigirin û dijî Ukrayna şer bikin.

Serokê Rûsya Vladimir Putin hefteya borî bo herêmên dagirkîrî rewşa awarte ragihandibû û bang li rêvebirîyan wan herêman kiribû ku lezekê bidin seferbîrlîgê.

Peymana Cenevrê dide zanîn ku rêvebirî nikarin zorê bidin sîvîlan ku ew bo hêzên çekdar kar bikin.

Rûsya di rojên borî de bang li sîvîlên Khersonê kiribû ku ji herêmê derkevin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG