Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna: Rûsya bi Êrîşeke Mûşekî li Navenda Elektrîkê ya Kîevê Xist


Dîmeneke ji Kîev ya paytexta Ukrayna, piştî êrîşeke mûşekî ya Rûsî ya ser binesazîya sivîl, 11 Cotmeh, 2022.
Dîmeneke ji Kîev ya paytexta Ukrayna, piştî êrîşeke mûşekî ya Rûsî ya ser binesazîya sivîl, 11 Cotmeh, 2022.

Kompanîya sîstema elektrîkê ya Ukrayna, Ukrenergo îro Şemîyê ragihand ku di êrîşeke mûşekî ya Rûsî de navendeke serekî ya enerjîyê ya li herêma paytext Kîevê bi awayekî cidî zarar ditîye.

Ukrenergo da zanîn ku tîmên kompanîyê dixebitin da ku xetên zarar ditîne çêbikin û elektrîkê vegerînin.

Lê, kompanîyê di derbarê egera qutbûnên elektrîkê yên nû hişyarî da niştecîhan.
Ukrenergo got ku ek tîmên tamîrkirinê dixebitin ku elektrîkê vegerînin lê li ser qutbûna gengaz hişyarî da niştecîhan.

Walîyê herêma Kîevê Oleksîy Kuleba got ku di êrîşê de ti kes nemiriye û birîndar nebûye.

Kyrylo Tymoshenko, cîgirê serokê ofîsa serokê Ukrayna jî bang niştecîhên herêma Kîev û xelkê sê herêmên cîran kir, da ku di demjimêrên êvarê de xerckirina enerjîya xwe kêm bikin.

Pispor û çavder dibêjin ku artêşa Rûsî bi êrîşekê mûşekî yên dawî hewl dide av û elektrîka li heremên niştecîh yên Ukrayna qut bike.

XS
SM
MD
LG