Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Topbarana Rûsî ya Ser Kîevê de Kuştî Hene


Avahîya kirînûfirotinê ya li Kîevê ku di encama topbarana Rûsî wêran bûye 21 Adar,2022
Avahîya kirînûfirotinê ya li Kîevê ku di encama topbarana Rûsî wêran bûye 21 Adar,2022

Karbidestên hawarçûnê yên Ukraynî îro Duşemê ragihand ku jiber topbarana Rûsî ya ser paytext Kîevê , navendeke kirîn û firotinê wêran bûye û herî kêm 8 kes hatine kuştin.

Serdozgera Ukrayna Valentina Timofeyevna dîyar kir ku li navendê şewateke mezin derketiye û xebatên vemirandin û herwiha rizgarkirinê didomin.

Karbidestên Ukraynî herwiha li paytext Kîevê ji şeva îro ve bo roj û nîv qedexeya derketina derve ragihand; dema ku heremên ser rêya pêşveçûna Rûsya wêran bûne, hêzên welêt berxwe didin lê, Kîev her şev rastî topbaran û êrîşên mûşekî yên kujer tê.

Wezareta Berevanî ya Brîtanya jî got ku li bakurê Kîevê şerekî giran pêk tê.

Lê, wezaretê da zanîn ku pêşveçûnên Rûsî ber bi paytextê ve rawestîn û piranîya hêzên Rûsî hîn bêtirî 25 kîlometreyan ji navenda bajêr dûr in.

"Tevî nebûna berdewamîya pêşketinê, Kîev hê jî armanca leşkerî ya bingehîn ya Rûsya ye û dibe ku hêzên Rûsî di hefteyên pêş de, hewildana dorpêçkirina bajêr tund bikin," wezaretê got.

XS
SM
MD
LG