Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya û Koreya Bakur Danûstandinên Dualî Xurt Dikin


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Rûsya û Koreya Bakur dixwazin peywendîyên xwe yên dualî berfireh û xurt bikin.

Reutersê dîyar kir ku Serokê Rûsya Vladimir Putin bo roja serxwebûnê ji Rêberê Koreya Bakur Kim Jung Un re nameyek nivîsîye.

Putin di nameyê de daye zanîn ku xurtkirina peywendîyên dualî dê bo berjwendîyên Moskow û Pyongyangê baştir be.

Kim jî bi nameyekê ji Putin re dîyar kir ku dostanîya Rûsya û Koreya Bakur, di Şerê Cîhanê yê Duyê de piştî serketina dijî Japonya çêbûye.

Wî di nameya xwe de da zanîn ku hevkarîya Rûsya û Koreya Bakur ya stratejîk ji wê çaxê vir ve hatiye asteke dîtir û bal kişand ku li hember hêzên dijmin hevkarîya wan ji berê xurttir bûye.

Medya dewletê ya Koreya Bakur eşkere nekir ku ew hêzên dijmin kî ne, lê ew medya wê gotinê pir caran bo Amerîka û hevbendên wê dinivîse.

Koreya Bakur di meha Tîrmehê de du herêmên cudaxwaz yên li Rojhilata Ukrayna wek dewletên serbixwe nas kir.

Hin pisporên sîyasî dibêjin dibe ku Koreya Bakur karkeran bo avahîsazîyê û karên din bişîne wan herêmên li rojhilata Ukrayna.

XS
SM
MD
LG