Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

AP: Îstixbarata Rûsya Ser Vîrusa Korona Agahîyên Şaş Belav Dike


AP’ê ji zarê karbidestên Amerîkî ragihand ku Rûsya ser vîrusa korona agahîyên şaş belav dike.

Karbidestên Amerîkî dibêjin ku bi wan agahîyên şaş armanc Amerîka û bîragiştî ya rojavayî ye.

Li gor agahîyên karbidestan dane AP’ê, du hemwelatîyên Rûsya yên di GRU de, ku îstixbarata leşkerî ya wî welatî ye, kar kirine wan agahîyên şaş belav dikin.

Navên wan hemwelatîyên Rûsya, Denis Valeryevich Tyurin û Aleksandr Gennadyevich in ku hîn jî peywendîyên wan yên bi îstixbarata leşkerî ya Rûsya re xurt in.

Berpirsên Amerîkî didin zanîn ku ajansa nûçeyan ya inforus.ru, ku infobrics.org û oneworld.press jî birêve dibe, bo tevgerên dijî rojava xurt bike û agahîyên şaş belav bike, nexweşîya vîrusa korona bikar tîne.

Ew berpirs balê dikişînin ku wan malperan ji dawîya Gulanê heta serê Tîrmehê ser têkoşîna dijî pandemîyê bi qasî 150 nivîs weşandine ku di nav wan nivîsan de fikrên ku Washington dijberîya wan dike û Moskow jî piştgirîya wan dike hene.

Ji wan nivîsan ‘’Alîkarîya Rûsya ya bo Amerîka ya bo Têkoşîna Dijî Vîrusa Korona bo Peywendîyan Zemîneke Nerm Çêdike’’ û ‘’Çîn Dibêje ku Covid-19 Çekeke Bîyolojîk E’’ balê dikişînin.

Karbidest nedan zanîn ku ew nivîs rastexwe bi hilbijartina Amerîka ya meha Mijdarê re peywendîdar in yan ne, lê ew dibêjin ku hin nivîsên wan malperan Berbijarê Demokrat Joe Biden, ku li hember Serok Donald Trump yê Komrî ye, xirab raber dikin.

XS
SM
MD
LG