Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya: Em Dê Kuştina Terorîstan Bidomînin


Berdevka Wezareta Derve Maria Zakharova
Berdevka Wezareta Derve Maria Zakharova

Rêvebirîya Moskowê ragihand ku Rûsya dê bo ‘’vegerandina aştîyê’’ li Îdlib û herêmên din yên Sûrîyê ‘’kuştina terorîstan’’ bidomîne.

Berdevkê Wezareta Derve ya Rûsya Maria Zakharova got ku ‘’Me li Helebê, Îdlibê yan li herêmeke din ya Sûrîyê terorîst kuştin, em dikujin û emê kuştina wan bidom3inin’’

Zakrova dîyar kir ku ‘’Divê aştî vegere Sûrîyê’’ û da zanîn ku ew bi ewlekarîya wan ve girêdayî ye.

Rûsya û Sûrîyê çend roj in Îdlibê bombebaran dikin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) da zanîn ku roja Pêncçemê, li başûrê Îdlibê û li gundekî nêzî Hama êrîş pêk hatin.

XS
SM
MD
LG