Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dê li Rojavayê Welêt 20 Yekîneyên Leşkerî Ava Bike


Rêvebirîya Moskowê ragihand ku ewê jiber ‘’gefên NATO’’ li rojavayê Rûsya 20 yekîneyên leşkerî yên nû ava bikin.

Wezîrê Berevanî yê Rûsya Sergey Shoygu piştî civîna bi karbidestên leşkerî re daxuyanîyek da.

Sergey Shogyu dîyar kir ku firokên Amerîka yên li sînorê Rûsya firînan dikin ji berê zêdetir bûne û da zanîn ku gemîyên cengê yên NATO yên li herêmê jî pirtir bûne.

Shoygu da zanîn ku ew tevger zararê didin ewlekarîya navneteweyî û got ku tiştên wisa dikin ku Rûsya dijî wan tedbîran ragihîne.

Wezîrê Berevanî yê Rûsya dîyar kir ku ewê li rojavayê welêt 20 yekîneyên leşkerî çêkin û da zanîn ku ewê bo wan 2000 parçe çekên nû hazir bikin.

Rûsya meha borî li sînorê Ukrayna leşkerên nû bi cîh kiribûn û Kîev û welatên rojavê ser helwesta Moskowê fikarên xwe ragihandibûn.

Li ser banga vekişandina leşkeran, hin yekîne ji herêmê derketibûn û lê Shoygu ferman dabû ku çek li herêmê bicîhkirî bimînin.

XS
SM
MD
LG