Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Careke Din Êrîşên Muşekî Dibe Ser Lvivê


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Rûsya îro Sêşemê bi muşekan êrîş biriye ser Lviv ya Ukrayna.

Reutersê dîyar kir ku jiber êrîşên muşekî, ku zarar daye binesazîyê, Lviv bê elektrîk maye.

Dîdarekî Reutersê ji Lviv da zanîn ku li bajêr piştî nîvro sê peqîn çêbûne.

Bajarvanê Lvivê Anryi Sadovyi dîyar kir ku jiber êrîşên muşekî elektrîka 30 ji sedê bajêr çûye.

Rûsya do Duşemê jî bi muşekan êrîş biribû ser Lviv û zarar dabû binesazîya wî bajarî.

XS
SM
MD
LG