Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya û Misir li Esmên Hevkarîyê Dikin


Rûsya û Misir hazirîyê dikin ku qad û bingehên esmanî yên hev bikar bînin.

Li gor fermana ku Serokwezîrê Rûsya Dimitri Medvedev daye Wezareta Berevanî û Wezareta Derve, Moskow dê ser vê mijarê bi Misirê re danûstandinan bike û ger her du dewlet li hev bikin, peyman dê were îmza kirin.

Bernivîsa peymanê rê dide firokên Rûsya û Misir ku li gor hiqûqa navneteweyî û qanûnên her du dewletan bikevin nav qadên esmanî yên hevdu û bingehên esmanî yên hevdu bikar bînin.

Peyman dê bo pênc sal were îmza kirin û ser daxwaza her du dewletan dikare were dirêj kirin.

Wezîrê Berevanî yê Rûsya Sergey Şoygu, pêr Çarşemê serdana Qahîre kiribû û dîyar kiribû ku her du dewletan hevkarîya leşkerî xurttir kiriye.

Heta şerê navxweyî ya li Sûrîyê jî li Rojhilata Navîn tenê li Tartus ya Sûrîyê bingeheke leşkerî ya Moskowê hebû.

Di meha Adarê de Amerîka dîyar kiribû ku Rûsya li Lîbya ser sînorê Misirê leşkeran bi cîh dike, lê Moskowê ew îdia red kiribû.

XS
SM
MD
LG