Wezareta Derve ya Rûsya îro Duşemê ragihand ku ew bo berdana welatîyên Amerîkî yên girtî dikare danûstandinê bike.
Berdevka Wezareta Derve Maria Zakharova dîyar kir ku ew jibo danûstandinan amade ne, lê Balyozxaneya Amerîka ya li Moskowê bo domandina dîyalogê karên xwe yên fermî nake.
Zakharova da zanîn ku wan çend caran daye zanîn ku ew dixwazin rewşa girtîyên Amerîkî yên li Rûsya û girtîyên Rûs yên li Amerîka zelal bikin.
Rûsya di rojên borî de dabû zanîn ku ew dikarin ji pîyadeyên behrê yên Amerîka Paul Whelan û lîstikvana basketbolê Brittney Griner û bazirganê çekan yê Rûs Viktor Bout yê li Amerîka girtî bi hev re biguherînin.
Griner jiber hişbiran 9 sal ceza û Whelan jî jiber sîxorîyê 16 ceza sitandiye.
Serokê Amerîka Joe Biden roja Înê li Qesira Sipî bi nasên Whelan û Griner re kom bû.
Berdevka Qesra Sipî Karine Jean-Pierre dîyar kir ku ew bo anîna Griner û Whelen ser hemî rêkên ewle dixebitin.
Kremlîn dibêje dîplomasîya megafonê bi kêrî guherîna girtîyan nayê û danûstandina nêzîktir dixwaze.