Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamana Rûsya Peymana Ser Sînordarkirina Çekên Navokî Pejirand


Parlamana Rûsya bernivîsa ser dirêjkirina Peymana Daxistina Çekên Navokî yên Stratejîk yên Nû (New START) pejirand.

Dema wê peymana Rûsya û Amerîka di hefteya pêş de bi dawî dibû.

Qesira Sipî ragihandibû ku Serok Joe Biden û hevtayê wî yê Rûs Vladimir Putin ser New START’ê axifîne û wan li hev kiriye ku tîmên wan berî 5’ê Sibatê hazirîyên ser dirêjkirina peymanê biqedînin.

Her du civatên Parlmana Rûsya, roja Çarşemê dirêjkirina peymana ser sînordarkirina çekên navokî qebûl kir.

Çaverê ye ku Vladimir Putin bernivîsa ku parlamanê pejirandiye îmza bike.

Amerîka û Rûsya, di dema Serokê berê Donald Trump de jiber hin şertên wî yên ku dixwest Moskow li wan tevbigere nikaribûn dema peymana New STARTê dirêj bikirana.

Putin di Foruma Aborî ya Cîhanê de, ku bi awayekî onlayn li dar ket, dîyar kir ku dirêjkirina peymanê ‘’gaveke rast e.’’

Serokê Komîteya Peywendîyên Navneteweyî ya Civata Federasyonê ya Rûsya Konstantin Kosachev dîyar kir ku bi dirêjkirina peymanê re bo ewlekarîya wan ya neteweyî garantî çêbûye.

XS
SM
MD
LG