Wezareta Berevanî ya Rûsya bi daxuyanîyekê bang li pisporên Neteweyên Yekbûyî (NY) û Xaça Sor kir ku werin ser mirina bi dehan girtîyên Ukraynî vekolînê bikin.
Bi dehan girtîyên Ukraynî yên li zindaneke li herêma cudaxwazan hefteya borî di encama êrîşekê de canên xwe ji dest dabûn û Kîev û Moskowê ser êrîşê hevdu tawanbar kiribûn.
Di daxuyanîya Wezareta Berevanî ya Rûsya de hat gotin ku ew vekolîneke objektîf dixwazin û jiber wê ji karbidestên NY û Xaça Sor vedixwînin.
Cudaxwaz dibêjin ku hêzên Ukraynî bi roketan êrîş birine ser zindanê û 53 kes kuştine.
Ukrayna berpirsîya ser êrîşê red dike û dide zanîn ku hêzên Rûs bi topan êrîş birine ser zindanê û dîyar dike ku Moskow bo kiryarên xwe yên xirab yên dijî girtîyan veşêre Kîevê tawanbar dike.