Parlemantoya Rûsî îro În bi yekdengî pêşnivîsa qanûneke nû pejirand ku weşandin û belavkirina "nûçeyên derew"yên dijî helwesta fermî ya dewletê wek tawanekê dipejirîne.
Hemwelatîyên Rûsî dibe ku jiber vê qanûnê rûbirûyê cezayên girtîgehê yên heya 15 salan bimînin; jiber belavkirina agahîyên dijî helwesta hikûmeta Rûsyayê ya ser şerê li Ukraynayê.
Ajansên nûçeyan yên dewleta Rûsyayê ragihand ku pêşnivîsa qanûnê ji alîyê civatên jêrîn û jorîn yên parlamentoyê ve demûdest hatiye pejirandin.
Serokê Civata Jêrîn Vyacheslav Volodin da zanîn ku ev çaverê ne pêşnivîs ji hêla Serok Vladimir Putin ve îro were erê kirin û sibe Şemîyê wek qanûn têkeve fermîyetê.
Karbidestên Rûsî pir caran ragihandinên têkçûnên leşkerî yên Rûsî yan kuştina sivîlan li Ukraynayê bi îdiaya ku ew nûçeyên derew in, şermezar dikin.
Dezgehên ragihandinê yên dewleta Rûsî dagirkirina Ukraynayê wek "şer" yan "dagirkerî" bi nav nakin, lê wek operasyoneke leşkerî ya taybet bi nav dikin.