Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Berevanîya Refarndumên li Herêmên Dagirkirî yên Ukrayna Dike


Dîmeneke ji referanduma li Mariupol, Komara Gel ya Donetsk, ku ji hêla cudaxwazên bi piştgirîya Rûsya ve tê kontrolkirin, 24 Îlon 2022.
Dîmeneke ji referanduma li Mariupol, Komara Gel ya Donetsk, ku ji hêla cudaxwazên bi piştgirîya Rûsya ve tê kontrolkirin, 24 Îlon 2022.

Wezîrê derve yê Rûsya Sergey Lavrov do Şemîyê ragihand ku herêmên Ukrayna ku referandumên berfireh lê tên kirin wê di bin "parastina tam" ya Rûsya de bin, ger Moskow ew bi axa xwe ve girêbide.

Sergey Lavrov li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) û bo medya cîhanê ya li New Yorkê axifî û hewl da ku êrîşa Rûsya ya ser cîranê xwe Ukrayna rewa bike.

Lavrov îdiayên Moskowê dubare kir ku hikûmeta li Kîevê bi neqanûnî hatiye damezrandin, tijê alîgirên Nazîyane û li rojhilatê welêt mirovên bi Rûsî diaxifin tepeser dikir.

"Piştî wan referanduman, bêguman Rûsya wê rêzê li vîyana wan kesan bigire ku salên dirêj e jiber binpêkirinên rejîma neo-Nazi eşê dikişînin," Lavrov got.

Welatên Rojavayî jî referanduma ku Rûsya dardixe red dikin û dibêjin bo rewakirina şerê heft mehî wek sextekarîyeke tê çêkirin.

Ji Lavrov hati pirsîn ku gelo Rûsya wê bo parastina herêmên dagirkirî yê Ukrayna çekên navokî bikar bîne yan na,

Lavrov got ku axa Rûsya di bin parastina tam a dewletê de ye, tevî heremên zêdetir yên di siberojê de wê di qanûna bingehîn a Rûsya de werin pênase kirin.
"Hemû qanûn, doktrîn, têgeh û stratejîyên Federasyona Rûsya jibo tevahîya axa wê bi bandor in," Lavrov got.

Rûsya roja Înê li 4 herêmên rojhilata Ukrayna- Luhansk, Donetsk, Kherson, Zaporizhzhia- referandum da destpêkirin, bi armanca tevlîkirina wan yan ser axa Rûsya ku jixwe bi zorê dagir kiribû.

Ukrayna got ku ser niştecîhên wan hereman givaştin têne kirin ku ew tevlî referandumê bin û destûr nayê dayîn ku ew di dema dengdana çar rojan de herêman xwe biterikînin.

XS
SM
MD
LG