Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Koalîsyona bi Pêşengîya Amerîka bo Reqa Tawanbar Dike


Rûsya dîyar kir ku koalîsyona bi pêşengîya Amerîka, bi bombebarana dema operasyona Reqa ‘’bajar ji rûyê erdê rakiriye’’

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ya bi pêşengîya Amerîka, hefteya borî kontrola Reqa bi dest xist û do Yekşemê jî ragihand ku herêma petrola ya herî mezin ya li Sûrîyê ketiye destê wê.

Moskowê, rewşa dawî ya Reqa ya ji destê Dewleta Îslamî (DAIŞ) hat sitandin, şiband Dresden ya Almanya ya dema Şerê Cîhanê ya Duyê hatibû bombebaran kirin.

Koalîsyona bi pêşengîya Amerîka dabû zanîn ku ew hewil didin ku dema operasyonan ‘’rîska kuştina sîvîlan herî kêm bikin’’, lê karbidestên Neteweyên Yekbûyî (NY) dîyar kir ku li Reqa ‘’jimareke bilind ya sivîlan’’ hatiye kuştin.

Rûsya jî jiber êrîşên esmanî yên li Helebê, bi ‘’tawana cengê’’ tê tawanbar kirin. Çavdêrên Sûrî dîyar dikin ku bi êrîşên esmanî di navbera 1130 û 1873 kes li wî bajarî jîyana xwe ji dest dane.

Berdevkê Wezareta Berevanî ya Rûsya Kolonel Igor Konashenkov dîyar kir ku hilweşandina Reqa û Dresdendê eynî ye.

‘’Qedera Reqa û Dresdan ya ku di sala 1945’an de bi bombeyên firokên Amerîka û Brîtanya ji cîhanê hat rakirin, wek hev e’’ Kanshenkov got.

Konashenkov dîyar kir ku welatên rojava bo ku delîlên sûcan yên li Reqa ji holê rakin, hewil didin ku alîkarîya aborî bidin wî bajarî.

XS
SM
MD
LG