Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters Dibêje Rûsya S-300'an ji Sûrîyê Derdixe


Dîmeneke li Sûrîyê ji Mûşekên S-300 yên Rûsî (Arşîv)
Dîmeneke li Sûrîyê ji Mûşekên S-300 yên Rûsî (Arşîv)

Kompanîya ImageSat International (ISI) îro Duşemê ragihand ku Rûsya sîstema xwe ya mûşekên S-300 ji Sûrîyê derxistîye û şandîye bendereke Rûsî ya li nêzî Qirimê.

ISI ya Îsraîlî, ku kompanîya wênekişandina satelaytî ye, di derbarê mijarê de wêneyên satalytê yên ji qadê jî weşandin.

Wêneyên ISI, du demên cuda yên ji heman qada Masyaf li Sûrîyê nîşan didin; wêneyên ku mûşekên hebûna S-300 û qada vala ku di 25’ê Tebaxê de, piştî şandina wê ya bendera Tartusê.

Wêneyên cuda yên ku perçeyên sîstema avêtinê ya mûşekên S-300 ser keştîyekî li Tartusê nîşan didin ku di navbera 12 û 17’ê Tebaxê hatine kişandin.

ISI destnîşan kir ku sîstema avêtina S-300 ya Rûsî li Tartus hatiye veguhestinê keştîya Sparta II ya Rûsî û ber bi bendera Novorossiysk ya Rûsya derketiye rê.

Wezareta berevanîyê ya Rûsya red kir ku daxuyanîya ISI şîrove bike.

Rûsya ji 2015’an vir ve hebûna xwe ya leşkerî li Sûrîyê diparêze, û bi piştgirîkirina serokê Sûrîyê Beşar Esed destwerdana şerê navxweyî ya wî welatî kir.

Pisporên leşkerî dibêjin ku ger ragihandina ISI ya veguhestina sîstema avêtinê ya mûşekên S-300 ya Rûsî were piştrast kirin, wê ev yek gaveke Rûsî ya girîng nîşan bide; bo xurtkirina berevanîya esmanî ya xwe ya di şerê li Ukrayna.

Hejayê gotinê ye ku vê mehê li bingeke esmanî ya li Kirimê 8 firokeyên şer yên Rûsî vê di hejmareke teqînan de hatin rûxandin.

Ukrayna red kir ku berpirsîyarîya wê êrîşê bi fermi ragihîne û wê êrîş çawa pêk anîye.
Wêneyên ISI nîşan didin ku pêrçeyên radarê ya batarya S-300 ji heman bingehaa Masyafê bi rengekî cuda tenê hatine şandinê bingeha esmanî ya Xmeymim ya li veravên Sûrîyê, li bakurê Tartusê.

Pisporên ISI dîyar kirin ku li gor wan jiber mezinahî û giranîya radarê veguhestina wê ya deryayî ne guncaw e û dibe bo veguhestinê firokeye Ilyushin-76 ji Khmeimim radarê bibe Rûsya.

XS
SM
MD
LG