Kupaya Cîhanî ya Futbolê bi lîstina Rûsya ya mazûban û Erebîstana Saudî destpê kir.
Di maça pêşî de Rûsya dijî Erebîstana Saudî bi 5-0 bi ser ket.
Kupaya Cîhanî ya Futbolê ji 1934’an vir ve tê lîstîn û ji maçên destpêkê herî zêde di vê de gol hatin avêtin.
Dîrektorê Rûsya Çerçeşov di heft maçên dawî de bi ser neketibû û Serokê Rûsya Vladimir Putin jî di nav de gelek kesan ew rexne kiribû.
Maç li Stadyuma Luzhniki de hat lîstîn bi qasî 80,000 alîgirên Rûsya kom bûn.