Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya: 85 ji Sedê Sûrîyê di Destê Hikûmetê de Ye


Rûsya, ku li Sûrîyê alîgirê rejîma Beşar Esad e, dîyar kir ku 85 ji sedê welêt ketîye bin kontrola hêzên hikûmetê.

Lê, Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) da zanîn ku rêjeya ku Rûsya daye ne rast e û dîyar kir ku 48 ji sedê Sûrîyê di bin kontrola hêzên hikûmetê de ye.

Fermandarê hêzên Rûsya yên li Sûrîyê Aleksander Lapin ji medya Rûs re got ku "heta niha 85 ji sedê axa Sûrîyê ji çekdarên rêxistinên neqanûnî hatîye paqij kirin."

Lapin dîyar kir ku hîn 27,000 kîlometrekare di bin kontrola Dewleta Îslamî (DAIŞ) de ye.

"Peyvajoya rizgarkirina Dêrezorê didome" Lapin got.

Lapin derbarê axa di bin kontrola Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ya bi piştgirîya Amerîka de tiştek negot.

Ji alîyê din ve, medya Rûs dîyar kir ku Wezîrê Berevanî yê Rûsya Sergei Şoygu îro Sêşemê serdana Şamê kiriye û bi Esad re hevdîtinek li dar xistiye.

XS
SM
MD
LG