Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Bang li 134 Hezar Leşkerên Nû Dike, Lê Dibêje Ew Naçin Ukrayna


Leşkerên Rûsî (Arşîv)
Leşkerên Rûsî (Arşîv)

Serokê Rûsya Vladimir Putin îro Pêncşemê bo zêdekirina 134 hezar û 500 leşkerên nû yên mecbûrî ya artêşa Rûsya biryarnameyeke îmza kir, wek beşeke fermana leşkerîya mecbûrî ya demsala biharê ya salane.

Li gor fermana Putin, seferberîya leşkerî wê ji 1'ê Nîsanê heya 15'ê Tîrmehê bidome û wê bandorê li zilamên Rûsî yên di navbera 18 û 27 salî de bike.

Wezîrê berevanîyê yê Rûsya Sergei Shoigu ragihandibû ku kesên ku hatine gazîkirin wê di dawîya Gulanê de werin şandinê bingehên leşkerî yên destnîşankirî.

Shoigu got ku ti têkilîya vê biryarê bi şerê li Ukrayna re tune ye û ti leşkerên ku hatine gazîkirin wê neyên şandinê qadên ku pevçûn didomin.

"Piranîya karmendên leşkerî wê ji sê heta pênc mehan di navendên hîndarîyan de perwerdehîya leşkerî bibînin. Leşker wê neyên şandinê ti heremên germ," Shoigu got.

Mijara tevlîbûna leşkeran ya şer gelek girîng û hesas e. Wezareta berevanîyê yê Rûsya di 9'ê Adarê de, pejirand ku hin kes ji Ukrayna paşve hatine şandin, piştî ku Putin ev yek gelek caran de red kir û got ku tenê hêzên pispor hatine şandinê şer.

Fermana Putin ya seferberîyê pênc hefte piştî dagirkirina Rûsyayê hat ku rastî berxwedana xurt ya Ukrayna tê.

XS
SM
MD
LG