Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dibêje bo Ew Zararê Nedin Sîvîlan Operasyona Ukrayna Hêdî Dimeşe


Wezîrê Berevanî yê Rûsya Sergei Shoigu
Wezîrê Berevanî yê Rûsya Sergei Shoigu

Wezîrê Berevanî yê Rûsya Sergei Shoigu îro Çarşemê dîyar kir ku wan bo parastina sîvîlan leza operasyona li Ukrayna daxistiye.

Shoigu da zanîn ku ew bo berevanîya sîvîlan çi ji dest wan tê dikin û got ku her çiqas ew yek leza poerasyonan dadixe jî ew vê bi zanebûn dikin.

Yekîneyên Rûsya di destpêka şer de li nêzî Kîev ya paytexta Ukrayna rêz bûbûn.

Ew yekîneyên Rûs bi şûnde hatibûn gêr kirin ku hêzên Rûs di demên de dawî de pir hindik pêşde çûye.

Karbidestên Ukraynî gelek caran hêzên Rûs bi kuştina sîvîlan tawanbar dikin, lê Moskow dibêje ku ew bi qestî êrîşan nabe ser sîvîlan.

Hêjayî balkişandinê ye, îstixbarata Amerîkî di rapora xwe ya dawî de dabû zanîn ku hêzên Rûs hazirîyê dikin ku êrîşê bibin ser binesazîya Kîevê û ji welatîyên Amerîkî xwestibû ku ji wî bajarî derkevin.

XS
SM
MD
LG