Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dibêje li Stenbolê Navenda Kordînasyona Hevbeş ya Genim Hatiye Vekirin


Ukrayna-genim-rusya-tirkiye
Ukrayna-genim-rusya-tirkiye

Wezareta Berevanîyê ya Rûsya îro Sêşemê ragihand ku Navenda Koordînasyona Hevbeş (JCC) li Stenbolê hat vekirin.

Wezaretê got ku ew navend di çarçoveya peymaneke dîrokî ya bo jinûve destpêkirina derfirotina genim ji Ukrayna hatiye ava kirin.

Wezaretê bi berdewamî got ku şandeya Rûsî ya bo JCC wê îro here Tirkîyê û ligel Tirkîye, Ukrayna û Neteweyên Yekbûyî(NY) bi rengekî çaralî dest bi xebatê bike.

Moskowê herwiha da zanîn ku wê amîral Eduard Luik seroktîya şandeya Rûsî bike.

"Erka serekî ya pisporên Rûsî di JCC de wê çareserkirina demûdest ya tevahîya pirsgirêkên pêwîst be da ku peyman bikeve qonaxa pêkanîna pratîkî," wezaretê got.

Rûsya û Ukrayna Înîya borî, bo derfirotina dexil ji benderên Derya Reş ya Ukrayna û sivikkirina krîza xwarinê ya navneteweyî, bi navbeynkarîya Enqere û NY’ê peymaneke girîng îmza kir.

Peyman yekser ket xeterîyê piştî ku 12 saetan piştî merasîma îmzakirinê ya li Stenbolê, Rûsya mûşekên Kruzê avêtin bendera Odesa, Ukrayna.

Lê, hem Moskow û hem jî Kîevê gotin ku wê hewl bidin ku peymanê bi pêş bixin - pêşketina yekê ya dîplomatîk ya mezin di şerê ku niha di meha şeşan de ye.

Berîya dagirkirina Rûsya ya di 24’ê Sibatê, Ukrayna û Rûsya nezî ji sê yekê ya derfirotina genim ya cîhanî peyda dikirin.

Kremlînê do Duşemê bang li NY kir ku rakirina sên li sînordarkirinîn ser derfirotina gubre û genimê Rûsî wekî beşek ji peymanê ava bike û got ku hîn zû ye ku were gotin ka wê peyman serketî be yan na.

XS
SM
MD
LG