Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya: Divê Kontrola Rojhilata Sûrîyê Bikeve Destê Hikûmeta Şamê


Berdevka Wezareta Derve ya Rûsya Maria Zakharova
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsya Maria Zakharova

Wezareta Derve ya Rûsya dîyar kir ku piştî vekişîna leşkerên Amerîkî yên li Sûrîyê divê kontrola deverên ew lê bûn, bikeve destê hêzên hikûmeta Şamê.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsya Maria Zakharova di preskonferansekê de da zanîn ku axa li rojhilata Sûrîyê, divê li gor hiqûqa navneteweyî radestî hikûmeta Sûrîyê bibe.

Zakharova got ku ku ser plana vekişîna Amerîka ti agahî di destê wan de tune, lê ew bawer dikin ku vekişîna hêzên Amerîkî dê li Sûrîyê ‘’rêka aştîyê’’ veke.

Serokê Amerîka Donald Trump hefteya dîyar kiribû ku ewê leşkerên Amerîkî yên li Sûrîyê vekişînin.

Piştî biryara Trump, Wezîrê Berevanî yê Amerîka Jim Mattis karvekişîna xwe ragihandibû.

XS
SM
MD
LG