Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya û Sûrîye Êrîşên Xwe li Îdlibê Gurtir Dikin


Dîmeneke li heremeke li rojavayê bajarê Îdlibê yê Sûrîyê, piştî êrîşeke esmanî ya Rûsî, 22 Tebaxa 2022.
Dîmeneke li heremeke li rojavayê bajarê Îdlibê yê Sûrîyê, piştî êrîşeke esmanî ya Rûsî, 22 Tebaxa 2022.

Çavdêrên şer û şahidan ragihand ku firokên Rûsî do Yekşemê kampên opozîsyonê yên nêzî bajarê Îdlibê li bakurê rojavayê Sûrîyê bombebaran kirin û hêzên hikûmeta Sûrî jî heman kamp topbaran kirine.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku hêzên hikûmeta Sûrî danê sibêha do Yekşemê 30 roket avêtine heremên bin destê opozîsyonê ku nav de kampa Maram û kampên din yên li bakur-rojavayê eyaleta Îdlibê hene.

SOHR da zanîn ku di êrîşên esman yên Rûsî û topbaranên Sûrî yên hevpar de herî kêm 9 kes hatin kuştine û bi dehan kes jî birîndar bûne.

SOHR’ê herwiha ragihand ku komên opozîsyonê wek bersîv bi topan û mûşekan çeperên hikûmetê yên li devera Seraqib, rojhilata Îdlibê û deşta el-Gab kirine armanc.

Çavkanîyên opozisyonê jî got ku hevbendîyek ji komên çekdar bi pêşengîya rêxistina cîhadî Heyet Tehrîr el-Şam û ya bi pêşengîya serhildêrên bi piştgirîya Tirkîyê êrîşî çend navendên serekî yên artêşa Sûrîyê li herêmê kirin.

Rûsya û hevalbendên wê artêşa Sûrîyê heya niha di derbarê ragihandina êrîşan de ti daxuyanîyên fermî nedane, lê Radyo Şam FM ya alîgirê hikûmetê got ku hêzên hikûmeta Sûrî çeperên koma Heyat Tehrîr el-Şam ya girêdayî el-Qaîde ye topbaran kirine ku koma herî hêzdar ya çekdar li Îdlibê ye.

Radyo Şam FM herwiha ragihand ku firokên şerker yên Sûrî û Rûsî jî êrîşî wan heman hereman kirine.

XS
SM
MD
LG