Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Nûnerên Talîbanê Vedixwîne Danûstandinên Navneteweyî yên Ser Afganistanê


Nûnerê Taybet yê Rûsya yê bo Afganistanê Zamir Kabulov ragihand ku ew dê bo danûstandinên navneteweyî yên ser Afganistanê yên di 20’ê Cotmehê de karbidestên Talîbanê jî vexwînin.

Kabulov ser danûstandinên navneteweyî zêdetir agahî neda.

Moskowê di meha Adarê de bo Afganistanê konferanseke navneteweyî li dar xistibû.

Di wê konferansê de Rûsya, Amerîka, Çîn û Pakistanê wê demê bang li alîyên şerker yên li Afganistanê kiribûn ku peymaneke aştîyê çêkin û dawî li tundûtûjîyê bînin.

Wan dewletan bang li Talîbanê kiribûn ku di biharê de dest bi ti êrîşê neke.

Amerîka di hefteyên borî de piştî 20 salan hêzên xwe ji Afganistanê vekişandin û Talîbanê bi awayekî çapik îqtidara wî welatî bi dest xwe xist.

Rûsya ketiye fikaran ku çekdarên Îslamî li welatên Asya Navîn yên Sovyeta kevn bi cîh bibin.

Moskowê piştî Talîbanê kontrola Afganistanê bi dest xwe xistibû, li Tacikistanê tatbîqatên leşkerî li dar xistibûn û hêza xwe ya leşkerî ya li wir xurttir kiribû.

Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê Tacikistanê Emmali Rakhmon roja Pêncşemê bi rêka telefonê ser Afganistanê û ewlekarîyê axifîne.

XS
SM
MD
LG