Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY, Rûsya û Tirkîyê Ser Girjîya li Sûrîyê Hişyar Dike


Nûnerê Taybet yê NY'ê yê bo Sûrîyê Geir Pedersen
Nûnerê Taybet yê NY'ê yê bo Sûrîyê Geir Pedersen

Nûnerê Taybet yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê bo Sûrîyê Geir Pedersen, Tirkîye û Rûsya ser girjîya li Îdlibê hişyar kirin.

Pedersen li Civata Ewlekarî ya NY’ê da zanîn ku ew ser bidawîbûna şerê li bakurê Sûrîyê pêşketinekê nabîne.

‘’Şandeyên Rûs û Tirk di rojên dawî de pir zêde hevdîtin kirin, lê hîn jî ti lihevkirin çênebûye.’’ Pedersen got.

Wî dîyar kir ku daxuyanîyên Sûrîyê û alîyên din yên navneteweyî gumana gurbûna girjîyê çêdikin.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan roja Çarşemê gotibû ku ew dikarin hema her gav di Îdlibê kevin.

Kremlînê jî dabû zanîn ku ger Tirkîye li Îdlibê êrîşî hêzên Artêşa Sûrîyê bike ewê bo wê ‘’senaryoyeke xirab’’ be.

XS
SM
MD
LG