Ofîsa seroktîya Ukrayna îro Sêşemê ragihand ku jiber topbaranên Rûsî yên di 24 saetên borî de herî kêm sê sivîl hatine kuştin û 23 kesên din jî birîndar bûne.
Ofîsê herwiha got ku hêzên Rûsî êrîşêk biriye ser heremekê, ku ne dûrî santrala navokî ya Zaporizhzhia ya bin dagirkerîya Rûsya ye.
Walîyê Dnipropetrovsk Valentyn Reznichenko dîyar kir ku Rûsan zêdetirî 120 rokêt ji roketavêjên pirjimar Grad avêtin bajarokê Nikopolê yê başûr, ku li ser çemê Dnieper ji santrala navokî ya Zaporizhzhia ye.
Reznichenko got ku di êrîşên Rûsî de gelek avahîyên sivîlan û avahîyên pîşesazîyê zarar dîtine.
Ukrayna û Rûsya di van rojên dawî de hevdu bi topbarankirina santrala navokî Zaporizhzhia tawanbar dikin, ku santrala herî mezin ya Ewrupa ye û dibe sedema bûyereke navokî.